Di cildanka dîrokê de man
Cilên zarokan tev li xwînê
Çav qerimîne werimîne ji nêrînê
Jîyanên temen birçî xeniqîn.
Çîya kirin gola xwînê.
Li kêleka çîyayekî hêvîşikes(tî)
Helbestên kel(o)girî tomar dikim
Ji sî û çar stêrkên birînên wan nekewkirî re
Ev çi berfeke bedew e li kendalên dilê te ROBOZİK
Hevokên helbestan xwe dişewitînin ji kerban!
Hûn jî rêwîyên rêya
Dîroka bixwîn a bav û kalan û ciwanmerdan
Di reşika çavên xumamî de
Şopa şopên sor ên neşûştî heye.