Li me barîn gulên ramûsandî
Heyvên çavpêketî
Baranên vexwarî
Û bêhna şîr na
A barûdê tê
Ji devên berxikên welatê min
Û li Helebçeyê sêv jî me dikujin.
Mizgîn Ronak
dema ceh kuştin
ji kerba wê çiqas kulîlik hebûn ketin û ji xwe çûn
dema kulîlk kuştin
ji kerbê wê çiqas teyr hebûn korr bûn
dema teyr kuştin
ji kerba wê hemû ji hiş ketin
û hin ji wan jî mirin
dema dar jî kuştin
wê demê êdî çiqas helbest hene
ji firrîn û ji bask ketin
Şêrko Bêkes