Hîna jî min di nav malzaroka xwe de
tûvê heramê sedan
zilamên serbir hilgirtiye.
Agirê Laleş vemiriye
û çiyayê Şengal jî
xwe bi termê sedan zarokên min xemilandiye.
Dilşa Yûsûf
Ewrên helbestan zuha ne
Şûna peyvan gulle dibarin
Dixwazim bibêjim Şingala minê!..
Lavijên te
Li ser zimanê min diçelmisin.
Ehmed Huseynî
Tirsa koça dawî ya li belika guhên wan diket
Li hêviya meqseda di hiş de nediman êdî
Çavên westiyayî û şîlaqgirtî
Lê dîsa jî xeyalên wan
Ber bi axa xêr û ber ve diçûn
Axa çand û jiyana qedîm a Şingalê
Roza Metîna
Ezda ez dame tu daye
ma ji kê re ne Xweda ye?
bêşik ne yê loma ye;
ji min re Ezda
ji te re Xweda
ji yekî din re Homa ye!
Arjen Arî