Nıvîsên Olî Yên Arıyan Ên Herî Kevnar
Nıvîsên Olî Yên Arıyan Ên Herî Kevnar
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      552
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      16 x 25
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786257253376
    650,00 TL
    468,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Çapa taybet ya "Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar" ku Celîl Dustxah wek du cild bi farisî amade kiribû û yek ji edisyonên baş tê zanîn bi wergera Tahir Agûr bi kurdî derket.

    Avesta kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan Yesne Yeşt Vendîdad Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin. Peyva "Avesta"yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye ji pêşgira navdêrsaz a "A" û lêkera "Vîste" bi wateya naskirin zanîn peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva "Veda" (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî "Avesta" weke "agahîname"
    yan "zanînname" tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta Zerdeşt taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike. Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.
    Katkıda Bulunanlar
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır