Kurden Merwani
Kurden Merwani
Di Tarixu Meyyafariqine ya İbnu'l-Ezreq El-Fariqi de
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      136
    • Kağıt Türü
      2. Hm. Kağıt
    • Ebat
      13,5 x 21,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786052246573
    110,00 TL
    79,20 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI

    Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê "Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî de" derket.

    Kitêba Îbnu'l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu'l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê Fariqî di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye.

    Mijara vê xebatê dîrok çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq de ye. Xebat bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn.

    Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar çarçove rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.

    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır