Heger şanzdeh gule bin wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye Şîlan e. Ya şanzdehsalî di nav me de ew bû wê çaxê. Ew kulîlk û gihayê ku di wêneyî de xuya dikir jî li ser xwîna wê şîn hatine nexwe. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend! Te digo qey sekna Şîlanê berdewam dike. Te digo ew bi xwe ye. Belkî di nav pelên wê de rûyê Şîlanê veşartî bû. Min bikarîbûya ew çend pel ji ser bidana alî misoger dê rûyê wê yî şêrîn xuya bikira. Silûeta wê hat ber çavên min tîrên êşeke nû xwe bera nava min dan qolinc bi hinavên min ketin çawa ku duh bûbe ew bûyer ew şer ew kuştin! Qelafetê wê yî hûrik î ku di şal û şapikê de wenda dibû sekna wê yî bêtirs û bi heybet keleşa wê yî Kûbî ya ku kêlîkekê ji dest xwe bernedida û çenteyê li pişta wê. Meşa wê yî hêdî kenê ser lêvan û biskên ku li ber ba diçûn. Dengê gummîna ku ji nişkê ve erd hejand û sekna wê yî di cihê xwe de. Cemidîna kenê ser lêvên wê vezilana wê yî li erdê destavêtina axê û ew awirên wê yî dawî yê ku êşa wan hîn jî berdewam e di nava min de...