Dîwana / Mela Ehmedê Heyderî
  • 4 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    272
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786257304283
Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê da Heyderî bi nûnertiyeke serkeftî va bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata Kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn ji destpêkekê û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekem da em bi dûdirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyem da jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê rawestiyane. Her wiha di beşa sêyem da jî dîwan ji aliyê şiklî va hatiye veçirîn. Beşa çaran jî ji metna bitenqîd a dîwanê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê pêk hatiye.

Ey gelo tîrê ḥebîban ma di nar in roj û şev
Ku qulûbê me ġerîban jî di ar in roj û şev

Ez nizanim ev çi ṭop û çi tifing in şev û roj
Ev çi ceyş û çi ḥeşem halimekar in roj û şev

Çi ṣeda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş
Çi xedengê tecerî ne çi ġedar in roj û şev

Yan ji şerṭê saèetê te dî li min rabit qiyam
Lew ji baġan tê heyahey kar û zar in roj û şev


Latînîzekirin û amadekar: Önder Beyter.
Ürün Kategorileri
"EBU HASAN ALİ İBN AHMED EL-HAKKARİ" - DİĞER ÜRÜNLER
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır