Sidîq Gorîcan baş serwextî haîkûyê; şêwaz naverok û felsefeya wê bûye. Ez di her haîkûyekê da rastî vê 'alema ji zimanek sade reng û dengên zelal û atmosfera bextewar û cîhana zarokane têm. Haîkuyên Gorîcan Rismeka gellek ciwan û zindî ye tu dibêjî qey li ser girekî yî û li wê dîmenê temaşe dikî.
Berken Bereh
çik mam fekirî
li şax û belga j'hev dûr
yek rût yek mirî
*
j'singê dêya min
deyn kirîye bêhna xwe
kulîlka sincîyê