Ev pirtûka Silêman Feqiyanî şarezahiya piştî çend berhemên wî ne. Feqiyanî serpêhatiyên du mamosteyên Colemêrgê dike mijara romana xwe. Ev her du mamoste ji bo ku xwe ji navendê bigehinîne dibistana gundî rastî gelek zehmetiyan tên. Lê dîsa jî ji bo xatra perwerdeya zarokên gundî fedekariyeke mezin dikin û digehijine armanca xwe. Nivîskar wekî romanên xwe yên din ji keresteyên folklorîk pir sûd girtiye. Ev taybetmendiye jî tameke xweş dide romanê.