Ehmedê Xanî kesatiyeke welê ye ku divê ji her aliyê ve bê vekolandin. Li lew re em bi hêsani dikarin bibêjin ku ew wek gencîneyekê di bin axê de maye. Hewcedarî bi derxistina wî heye. H. mem bi vê xebate xwe erkeke pir girîng aniye cih. Perdeya li serê hilaniye û bi awayekî berbiçav raz û şifreyên Fîlozof Xanî eşkere kirine. Rûçikê Xanî yê ku di tariyê de maye derxistiye ber ronîyê.
Xebateke gelek cihêreng der barê vi fîlozofê me de amade kirirye. Bi vê yekê nêrîn û raman gelek kesan der barê Xanî de guhartine û kiriye ku êdî em karibin bi çavekî din lê binêrin. Nivîskarê me yê hêja H. mem di vê berhema xwe de bi daneyên ku derpêş dike roniya Ehmedê Xanî li cîhana ramanê ya roja îro belav dike. Hem ji bi ravekirirn û şîroveyên xwe yên têr zanistî. belê tam deh salên xwe di vê riyê de derbas dike