... Min cara yekê kengî tu dîtî nayê bîra min.
Li bajarokekî Serhedê bû. Tu wek avên ji çiyan diherikîn û dihatin bûyî wiha bi xwe û ji dil...
Em gulşîlanên dikirin ji kokê ve hilkin bûn serhildêr û berxwedêr...
Piştre me hev li Stembolê dît em li kêleka deryayê geriyan em li ser rondikên rengê şerabê yên Homeros ên ber bi deryaya pêldar a keskînî ve diherikîn axivîn. Helbestvanekî digot "Rondik jî kulîlkan vedidin" û em çendî zêde li bendî vedana wan man.