Nivîskar pirtûka xwe bi du zimanan nivîsandîye. Tevî ku helbestvan helbestvanekî kurd e û di wêjeya kurdî de xwedî bîr û hizreke dewlemend e ev car xwestîye dengê xwe bigihîne xwendevanên ku kurdî nizanin jî.
Nivîskar helbestên xwe li ser doza welat welatparêzî û zilma serdestan a li ser kurdan honandine. Sekna nivîskar a li hemberî dagirkeran a di helbestên wî de nimûneyek ji helbesta li dij dagirkerîyê ye. Mirov dikare van helbestan wekî helwestek li dij dagirkerîyê binirxîne.