Romana Geliyê Zîlan li ser bûyerên hatine qewimîn yên komkujiya Geliyê Zîlan hatiye nivîsîn. Nivîskar bi dehan vegotin çîrok û agahî derbarê komkujiya Geliyê Zîlan de ji devê şahidên bûyerê bihîstine. Paşî ew agahî bi rengê romaneke dîrokî pêşkêşî xwînerên xwe kirine. Nivîskar kariye ku bûyerên komkujiya Geliyê Zîlan bi rengekî serkevtî û bi zimanekî sade û bi wêjeyeke dewlemend pêşkêşî xwînerên xwe bike.