Çavên hingivîn rondik barandin
Ji ber giriyan mijgûl cotandin
Li ser hinarkê rû cihok xetandin
Di gel vê mayê ez fikirandim
Lêvên wêy tenik hûntî ji pelgulo
Şil tê de nema wek pelê çilo
Zîz bûn lêvên wêy ne got min dilo
Di gel derdê min ez pir êşandim