Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan
Hevpeyvin - Nirxandin ü Biranin Hinek Ezdiyan
  • 4 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    540
  • Kağıt Türü
    2. Hm. Kağıt
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak

Li gorî ku ez ji ilm qewl dua cimayî îd-cejin çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm dikim pîvana serêsala kurmancî-Kurdî bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê) ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.

Belê dema rewșenbîr zane oldar û whd.'ên me Kurdan li nav kevneșop û zargotinên  ilm qewl dua beyt cimayî û îdên me Êzdi-yan binêrên ewê di wir de jî bivînin ku şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û  Feratê de hatiye afirandin. Ji wî_ wextê kevin yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn cimayî û îdên me Êzdi-yan"Kurdên resen" li gorî salnama rojhilatê"a ku ilimdar û qewil-zanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje hesabê Manga Me-lik Fexredîn" têne gerandin û pîroz kirin.

Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra de dibêje:

"Sira Padşê min hat hinda ve

Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e

Li çardê mehê de vedigere tav e

Tav li çardê mehê vedgeriya

ji nîşan û hesabê Enzelî ye

Ji qudreta Padşê min î bêrî ye

Ji qudreta Padşê min î cebêr re.

Meh sal û zemana vedigêr e

Li çardê mehê tav jî vediger e

Ango roja çardê meha mîladî dibe yekê meha li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin salnama rojhilatê.

Vêca gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdi-yan binêrin meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne ge-randin û pîroz kirin.

YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır