hespên hesinî; romana şa'irekî û şi'êra romanekê ye. ulku bîngol di "hespên hesinî" de bi dîsgotina miqîm mîmesîs bêwesf kiriye zimanê dîegetîk girêdaye şopa şîroveyê di xeleka qewmînên xumam de jê biriye û bi veguhêstineke misêwa dubarekirin bi tûmerî ji holê rakiriye.
ve gerdûna sêwirandî go ji meydanekê sûkek hedadan meyxaneyekê û çend kolanan pêkhatiye gerdûna rasteqîn rûxandiye û gerdûneke xumam û bêdawî afirandiye.
sewta n'alên hespên hesinî nabilin; ji nedestpêkekê ber bi nedawiyekê ve dibezin.