Êzdîxana min hêsîrxana min
Dinê da bûyî derdekî mezin
Ketî dilê min
Ketî dilê min.
Derd î ku tucar nayê bîrkirin
Jan î ku tucar nayê kerrkirin
Hêsir î dewsê zihabûn nabe
Kenê kuști yî ax șabûn nabe
Du'a yî
Ez ê du'ayê kê bikim?
Nifir î
Êzdî dibêjin: "Nifir gune ye"
Nifiran nakim...
Baxçê gulan î gul stûxar in.
Refê teyran î melûl û jar in...