Nivîskar romana xwe li ser birîneke civakî; li ser namûsê û paşverûtîya li hemberî evînê û cehaletê hûnandîye. Bûyer li dora keçeke gundî û heskiriyê wê û melayê gund û gundîyan dizivire. Dema mirov romanê dixwîne mirov vê birîna civakî û paşverû bi rengekî zelal dibîne. Her rûpeleke romanê mirov dixe bin bandora xwe û mirov bi rojan di bin vê bandorê de dimîne.