Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo Hecîyê Cindî Elîyê Evdilrehman Sîma Semend Sehîdê Îbo Egîdê Xudo Emerîkê Serdar Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên nasnameyî radiweste.
Ji ber ku piranîya deqên debîyata kurdî ya Sovyetê di nav anonîmîya folklorîk etnîk îdeolojîk û jîngeheke stalînîst a behrekuj da tên berhemanîn mirov ji bilî şopên bernameyeke sîyasî ya sepandî rastî tu şopên takekesî û çavdêrîyeke rasteqîne ya civakî nayê. Tevî vê di mînaka Emerîkê Serdarî da hin nivîskar xwe ji bin vê sîbera reş û tarî rizgar dikin û heta radeyeke baş edebîyateke şexsî û cîyawaz berhem tînin. Ji ber vê ji bilî vê dîmena giştî ya yekaheng di beşeke vê xebatê da alîyê cîyawaz ê vê edebîyatê jî tê vekolîn.