Va ye te jî rahişt vê pirtûkê.
Xuya ye ku bi Kurdî xwendina bi lez bala te jî kişandiye.
Meriv karibe di demeke kurt de nivîsekê bixwîne tiştekî gelekî xweş e ne wisa? Berî her tiştî divê tu biryara xwe bidî ku tu yê hînî xwendina bi lez bibî û tu heta dawîyê wane û rêbazan bişopînî. Lê ji bîr meke! Ev berhem ne tiştekî efsûne ye ku tu carekê bixwînî û nivîsan bi lez bixwînî. Wekî tu jî zanî tu tişt bi hêsanî û bê serêşî bi dest nakeve. Serê xwe pê re biêşîne bixebite ducar û sêcar bike pêwist be dehcar bike. Paşê tu yê bibînî ku tu jî êdî nivîsan bi lez dixwînî.