Di nava tirs û teşqeleya şewba koronayê de bi taybetî jî çîroka Gewrê û Qado; êşa wan tirsa wan evîna wan hesreta wan jîyana wan ya ku di nava qalebalixîya bajêr de winda bûye û vegera wan... Bi peyv û gotinên nivîskêr ên herêmî bi awayekî herikbar hatine vegotin.
"Gewrê û Qado li otogarê li benda wesayîta Licê bûn. Bi dengê "Licê Licê Licê..." rabûn ser xwe û bi alîyê wesayîtê ve çûn. Ji ajovan pirsîn:
-Wê wesayît aniha bi rê keve?"