Tu dibêjî qey xwedê ew neqişandîye. Ne mîna mirovên din bû. Pîrozîya wê bi tu gotinan nayê ziman. Ruhê wê cuda ziman û reftarê wê cuda bû. Ew ziman di firindeyan da jî tune bû ew ê di mirovan da çawa be ... awirên wê zimanê wê bûn. Ew çavên qehweyî dinya vedigotin jîyan vedigotin. Ax! Ew ... ew di vê cîhana qirêj da mîna van gulan bû. Ew di nav sîberê da ronahîyek bû. Ronahîya ku ji qula mifteya derî dikeve hundirê mala tarî û her tiştî bi xwe ra diguhêre. Pê hesîya ku di xwêdanê da maye. Ji bo ku tu kes nebîne hêdî hêdî destê xwe bi pantolê xwe ve bir. Ji nişka ve wekî ku bikirek xwe bizivirîne û di bin çavan ra lê binêre. Wîî gelo bêhna xwêdanê ji wî dihat? Gelo ji ber wilo wê lê meyzand?
Dili: Kurmancca (Kurmancî)