Kevirê Kela Kefromê ji tava hîvê wek zîvê Axçesêrê dibiriqe. Lê ev tava spîzîv bi ber bala kesî nakeve. Çavên wan li benda tîrêjên şveqê ne. Ji dengê Çemê Qulpê xeyntir xweza nola ku raketibe bêdeng e. Deng ji şevşevok kulî û lawirên şevê biriyaye. Guhên kesên li Kela Kevirê Kelê li benda şingîniya şûrû mertalan a şiveqê ne. Ji xwe ve ketine xewê lê xew bi çavên mirovan nakeve hişê wan li ser rabûna du mêrxasan a ku dê sibê li Dika Kelê pêk bê ye....