Roja Nehşemê ew berhem e ku wisa ji hundir ve bala xwe bi hûrayî dide ser tekstên ku dike mebest û tişteyên dîtin û ramana xwe ya rexneyî. Digel wê jî di çarçoveyên taybet û xweserî xwe de bi rêbazeke jihevparçekirinê her mijar û çîroka ku li serê disekine dide ber perspektîfa lêgerîn û hûrgerîya analîzî û asoyeke dîtir li ber me ava dike da ku em karibin bi çav û awirên dîtir bala xwe bibin ser çîrok û gotarên wêjeyî.
Şêxo Filîk bi berhema xwe ya bi navê Roja Nehşemê me pê dihisîne ku em ne bi awayekî û ji hêlekê lê bi gelek awayan û ji gelek hêlan dikarin bala xwe bidin ser tekstên nivîsandî; û dîgel wê jî em bi xwendina her yek nivîsara rexne-analîzî yên di Roja Nehşemê de cîgirtî pê dîhîsîn ku asoyên ne lî pêşîya me lî me fireh bûne.
Dilawer Zeraq