Di dewrana zaroktiya min de rêûresm li gundên Mukriyanê wisa bû: Roja cejnê hemû mêrên gund ê malxwê malê diviyabû piştî xutbeya cejnê û nimêja cejnê piştî hevhelalkirin û rûmaçkirinê selawetekê bi helbesta kurdî lê bidin. Vêca jî bi rêz rûnin û ji malên xwe xwarinê ji hev re bînin bi hev re xwarina cejnê bixwin. Dewlemend û yên halxweş birinc û qeysî yan jî avgoşt ji wan re dihat. Hin ji wan hebûn feqîr bûn girara şeîre yan xwarina feqîrane hebûn. Ew hemû cureyên xwarinê datanîn kêleka hev û kemûyan bi hevre ji xwarinên hev dixwarin.
Micêwrê mizgeftê menceleke xwe dianî her çi ji ber wî xelkî mabû bi ser hev de dikir û ev jî eydaneya wî bû ku navê wê danîbû "çêştî micêwir".