Çi caran bi xeribiyê ne lorîne
Jiber ku jiyan bi xwe xerîbî ye
Ma kengî te xwe nas kîrîye?
Vêcar xembar nebe
Çûnkî dê xerîb di şopên xwe da vegerî.
Wan hevokan ez bi xwe ra birim û mijûl kirim. ji nû geham bawerê ku yadewerîyên
zarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin.
Ew bajêr ketîbû di xewek kûr da bê deng bû şev daketibû nivaduwê gelek kêm ronahiya
çiraxan di penceran ra dihat diyar kirin piraniya avahiyan weke xêwên reş xuya dikirin çi tişt
di wan cadeyan da ne dihatin dîtin tenê hinek caran kitikek yan jî tûleyek bînanî pêlek reş
dibûrî û di goşeyên wan kolanan da winda dibû. Gaziyên hinek pepûkan ji dûr ji aliyê
xorhelatê ve têper dibûn û ez ji ser ta pêyan vedilerizandim.
Li ber derê mala xwe rawestiyam pêlek sar weke ava berfê qerisandim ji ser ta pêyan
velerizîm dilî zenga tirsê lê xist û bê deng jenî. Min destek xwe dirêj kir dergêh ku bikutim lê
destê xwe paşda vekişand û di naxê xwe da bi xwe ra peyivîm: Ma çima ez dê Yasemînê
yan dayika xwe ya belengaz ji xew hişiyar bikim?. Li vê nîvşevê ne ku bitirsin hema baştir e
xwe di ser dîwêr ra bihavêjim di hewşê da û hêdi biçim di mal da!.