Her du xwişkan Tamara Refo û Kubara xwişka wê bîranên xwe yên zarokatî û gundewariyê
ciwanî û dayiktiyê lêkolinerî û pisporiyê vegotine. Herwiha du heb kurteçîrokên afirandî jî
pêşkêşî wêjeya kurdî kirine ku her yek şahideke dewrana wan e. Wekî ku tê zanîn wesfên
jinan (dayikan) hertim ji yên mêran (bavan) xurtir in; ji ber ku xeyala zarokan a zimanî bi
destên wan tê avakirin; hûrgiliyên mijaran di heyama sexbêriya wan de tên çikandin. Paşê
zarok digihêje tevî jiyanê dibe û di nava herka jiyanê de beşeke vê bingeha xwe ya zimanî
bi kar tîne. Ha wisan Tamara û Kubar bi zimanê xwe yê herikbar pêşiyê çend dîmenên
jiyana xwe raberî me dikin: Di nava van bîranînan de hêza vegotinê hûrgiliyên wesfandinê
numûneyên gencîne ya gelêrî û şîrovekirineke analîtik diyar e. Duwanzde bîranînên her du
xwişkan -bi rastí- belgene dîrokî ne ku beşek ji heyama tarî ya kurdên Sovyêtê radixe ber
çavan; herwiha her du kurteçîrokên afirandî jî dîsa ji çarçoveya vê heyamê dernakevin lê vê
heyamê bi dema niha ya kurdan ve girêdidin