Armîn Temirzade şairekî bi emir hêj ciwan e belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî li pey xwendin lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka xwe ya taybet raberî çav û dilê me dike. Pirtûka Baranê bi hêmagerî û rewanbêjiya xas a şair ji bo edeba me yek ji bûyerên herî xweş ê vê payîzê ye.
Agirek tune ye
ji bilî xolemêşa dilê min
ku te bi çavên xwe
pê xistiye.
Eger ew agirê te
veşartî be li nav pêlên tarî
an azad be li nava kulîlkan
hêvî û wêrekî
dê her hebe
ji bo van Kaweyan.
Şorişek tune vê carê
laşê min ê melûl
naşibe serwekê
li ser vî milê hejar
tune dengê Tezerwekê!