Pirtûka di destê we da ser qewimandinê bûyî ser cêribandina torîvan ya bi sala hatîye nivîsarê. Gava tu bi xwe dibî şehedê kirinên kirî û paşê ewê behrê qelema xwe ra derbaz dikî ew nivîsar bi hewas tê xwendinê. Pirtûkê da nîgara mêrxasan ji nava çarenûsa wan derketîye û bi bedewnivîsarê va hatîye nitirandinê. Romanê da qewlê jîyanê hinek mirovan tîne nava qanûna ra nava rizmên organê ra dide derbazkirinê. Ev gişk mirovan dike nava mitalan . Hinek bûyer usa hatine nivîsarê xwandevan bêgav dimîne dikeve nava pirsa û dicedîne bersîva wana bide. Em bawer in ev pirtûk ê bi hewaskarî bê xwendinê ji ber ku torîvan ew efrandinê pişta xwe kutaye heqîyan rastîyan.