Destpêka Romana Kurdî
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    224
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    14 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786050645149
Dema em behsa edebiyata êwra Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de di nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de li van sê welatan; Ermenistan Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî (Pişt)Kavkaz e. Ev her du tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de; ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin. Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne li wê derê hatine dinyayê perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara 'ewil li derveyî wê erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre di sala 2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e berî ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz bikin.
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
Güvenli Alış-Veriş
Sosyal Medya
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır