Berpirsê hemû teşqeleyên li welêt poz e. Ji ber vê yekê jî dadgeha bilind ne ku dil û daxwaz dike biryar dide darverkirina wî (pozî. Lê pirs ev e: Wê çawa poz bidarvekin. Di vir de eşkere dibe ku perçebûna poz stratejîyeke veguherînê ye dema ji gewdeyê eslî vediqete dikare bifire dibe ku biweste; lê dem dikeve destê dadgehê li hemberî zagonê dibe perçeyekî kêrnehatî lewma jî dema wesfên xwe yê mirovî wenda dike ango bêstû dibe ( ji berk u stû netewandiye) cihê darvekirinê tê de nine. Encax bi stûtewandinê re mirov kare şûna darvekirinê rê desthilatan bide.