Di pênaseya şi'irê da cudabûneka berçav di boçûnên pisporan da heye; ji ber ku her êk ji wan şi'ir bi wî rengî daye nasîn yê şi'irê kar pê lê kirî yan wî karê şi'irê pê dîtî. Belkî sadetirîn pênaseya şi'irê ew bit ku ew gotineka lêkhatî û xwudan kêş û qafiye ye. Û bi rastî metela vê danenasînê bo şi'irê wekî metela wî kesiye yê xaniyekê ciwan û taze ji derve bibînit û şûrha wî ya ji derve bo me salox bidet bêyî xweşiya wî xanî ya navxweyî bo me bêjit!
Û hindekên dî di pênaseya şi'irê da dibêjin: şi'ir ew gotina şirîn e ya karekê wesa li mirovî diket ku ew pê bihejît. Ew bi xwe eve şûnwarê karlêkirina şi'irê ye li wergirî êk ji nîşanên serkeftina wê ye ne ku rastiya wê ye...
Û şi'ir çi bit çi nebit... Ya em dizanîn ew tişteke yê hey û karî li me diket û em pê daxbar dibîn û eger di şiyana me da nebit em pênaseyeka timam û pêkhatî bo wê bidanîn jî em dişêyn wan sitûnan destnîşan bikeyn yên avahiyê şi'irê xwe li ser digirit û pê li ber çavên me ciwan aşkera bibit.