Min seḥergaha ezel dî meyfiroşan rast û çep
Reqṡê best in tên semayê dûş bi dûşan rast û çep
Şahidê dêmbedr û saqî zuhresîma xidirpûş
Muṭriban ney çeng û awaz ba surûşan rast û çep
Dil ji min bir muẋbeçanê sîmêendam çehregul
Çeşmê mestan cam di destan xemrênûşan rast û çep
Netrik û tîtan di nêv zulfên reyaḥîn tên sema
Ḥuriy û qudsê bidîtin rû di pûşan rast û çep
Tên bi de'wa û cidalê cengiyanê meyperest
Şubhetê şîrê jîyan û pur xurûşan rast û çep