Di edebîyata klasik da armanca sereke ji bo helbestvanê hunerên edebîne. Şair bi rêya hunerên edebî hest û raman û xeyalên xwe dikemilîne. Her wisa bêje û hevokên xwe dixemilîne. Yek ji wan huneran îqtîbase. Îqtîbas hunera lihevguncandina kelamê Xwedayî û mirovî ye. Ew kesayetên ku di edebîyata klasîk da bûne pêşeng û delîl ev huner di beyt û nîvîsên xwe da bikar anîne. Lewra piranîya wan di bin şewqa medreseya Qur'an û sunetê da perwerde bûne. Ji ber vê yekê tesîra şewqa bêje û hevokên Qur'anî li ser hibr û pênûsa wan bi awayeke zelalî tê xuyakirin. Îqtîbas di wateya xwe ya ferhengî da bi wateya pêta agir girtina pizotek agire. Di wateya xwe ya mecazî me'na feyizgirtina ji ilmê ye. Pêwendîya di navbera van her du wateyên îqtîbasê ku yek wateya heqîqî ye yê duduyan jî mecazî ye ew e ku çawa pêta agir devdorê xwe ronî dike ew kesê ku ji Qur'ana Pîroz an ji hedîsên Pêxember îqtîbasê dike ew îqtîbas gotin û helbestên wî qewî dike û dixemilîne.