Çîrok jî beşek ji beşên folklorê bi taybetî beşek ji beşên zargotina
kurdan ya herî berbelav û berbiçav e. Di vir de gere em cihêtiya folklor û
zargotinê jî bikin. Folklor wek ku me li jorê jî nivisîye ji cilûbergên milletekî bigire ji tevger-xeberdanên rojane û heta hemû kevneşopiyên bavûkalan vedihewîne lê zargotin wek ku ji navê wê jî diyar e tiştên bi zar û zimanan hatine honandin re tê gotin. Loma zargotin binbeşa folklorê ye û çîrok jî binbeşa zargotinê ye. Çîrok çîrokbêjî çîrokgotin çîrokguhdarîkirin bo her kurdekî û bo min jî di dema tinebûna ceyranê da di wan şevên ber lembeya qazyaxê de bi taybetî di wan şevên zivistana Ebexê yên sar de tiştekî efsûnî bû. Bi taybetî bo min di wan şevên dirêj ên sar de di bin orxana hirî ya germ de guhdarîkirina çîrokan tesîreke mezin li min dikir. Di wan şevan de çîrokbêjî û çîrokguhdarîkirin bo min him sînema bû him tîyatro bû û him jî dibistan bû.