Feqînasî
Feqînasî
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      415
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      16 x 24
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786256963030
    300,00 TL
    210,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin.
    Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav bûne û ew çîrok wekî rastî hatine qebûlkirin. 'Işqa wî digel Sînemê feqetîya wî hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî axaftina wî digel teyr û tulûran newal û çîya û ber û behran heta mirina wî û tabût û tirba wî ev hemû bûne çîrokên rastî di nava gel de.
    Zimanê şi'ra Feqîyê Teyran ji qebîla sehl-i mumteni' e bi hêsanî tê fêhmê lê bi hêsanî wekî wan nayête gotin û nayête nivîsîn. Feqî mîna adeta zemanê xwe neçûye û şi'rên xwe bi Erebî û Farisî nexemilandiye. Wî her hewl daye ku rewş û xemla şi'rên wî tenê bi zimanê Kurmancî be. Ji her beyteka wî bêhna sosinên çîyayan difûre ji dengê her şi'ra wî dengê teyr û tilûrên curbecur tê ji loma hîn jî ji heft salîyan heta heftê salîyan hemû kesên ku bi Kurdî dizanin bi hêsanî dikarin şi'rên wî bixwînin û tam û zewqa edebîyata Kurmancî jê wergirin.
    Ev nêzî 4 esran e ku Feqîyê Teyran ji nav me bar kiriye û çûye. Wî li pişt xwe ne mal hişt ne milk hişt ne jî ewlad û zarok hiştin. Wî li pişt xwe dîwanek û sê menzûmeyên Kurdî; Bersîsê Abid Şêxê Sen'an û Zenbilfiroş hiştin.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır