Hebûn li ser mekanî pêk tê. Mirov dikarin li ser mekanî bifikirin û hebûna xwe jî li ser mekanî tecrube bikin. Mekan ji ber vê xwedî wateyek ontolojîk e. Mirov dema ku hebûna xwe difikire an jî li ser hebûna xwe pirsan dike gelek caran pirsên bi mekanî re têkildar dike wek; "ez li vir li vê dinyayê li vê cihî li kaînatê û hwd. çi dikim?"
dipirse. Ev û pirsên wek van derheqê mekan û hebûnê de elbet nêzikahiyek datîne ber me û me sewqê fikirîna li ser mekanî dike. Li gor zanînên me yên îro diyar e ku dinya/feza/gerdûn ji berê heta niha wek niha nebûye û ihtimal e dê di pêşerojê de jî wek îro nebe.
Mekan ji berê heta bi awayê xwezayî wek ku parzemîn ji hev dûr dikevin an nêzikê hev dibin an jî wek deverên ku di demên kevnar de av bûye û îro çiya ne di nav guherînê de ye. Em dikarin bibêjin ku mirov û candarên din jî ji ber ku di nav mekanî de ne elbet pê re têkilî datînin
û ev yek jî dibe sedemê guherîna mekanî. Guherîna mirovan dibe ku bi xwe re guherîna mekanî jî bîne yan jî bereksê vê guherîna mekanî jî dikare ê mirovan ji aliyê civakî ve biguherîne. Em dikarin vê ji bo ajalan
jî bêjin dema ku ajalek ji cihê xwe yê sabit yan jî derdora hînbûyî û