Wêjeya tesewufê ji teref cûre û xina/melodî di 'Erebî Farsî û Kurdî de cihekî bi taybet û girîng bi dest xistîye. Ev wêje hem xwedî nezm e hem xwedî pexşan e hem felsefe tê de heye û hem exlaq hem dîrok e û hem tefsîr hem dû'a ye û hem munacat hem hedîs tê da heye û hem mûsîkî. Beşek mezin ji nezm û pexşana wêjeya tesewufê pend û tehqîq e. Mijara vê beşê hîn bêtir zema dinyayê û tehkîrkirina wê ye. Di nêrîna sofîyan de dinya qonaxeke li serê rêya axretê. Lê çawa qonax? Qonaxek ku tije bela û afat e. Hezkirina dinê xeterkarîyek yekem û sereke ye. Çêja wê perdeyek e di navbera Xweda û însana de. Ji sofî re şayeste ye ku behsa 'işqa Xweda bike û hêvîya gihaştina Wî bike ku yekem armanca salikî ev e û ev yek rengê 'aşiqane dide şi'ra sofî. Kijan'işq? 'işqek gelek bi derd û kul 'işqek bê hêvî û umîd.