ji nû va lalûte û fafikziman im
îskeîskê xwe di xeberê da raçav kirîye
şewat e li ser nefesa kîteyan
her ku hildibe pêtên erxewanî
ji nezerfermaş û kabûsan
ji meymenet û melametîyê
hildiçinim awirên germa hundirê xwe
çi bibe roj dîsa hiltê
çi dibe bila bibe pitik
di neqeba sînga dayika xwe de dibişire
vehewîna adara zivistanan
be her hal
xwe bera deryaya nîsanan dide