Gava Ku Masî Tî Dibin romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr-qerqeşûn bi rîtma zemanekî lezgîn diherike ji dewra xwe panaromeyekê nîşan dide.
Helîm Yûsiv bi cewhera hunermendekî astbilind û afirîner kedekê dide ziman û vegotina berhemê. Bi vî awayî hem ziman ji zêdehiyan rizgar dike û hem jî deriyê vegotineke teze vedike.