Li bajarekî wisa dijîm ku-bajar wek jinekê ye-huzna bajêr hîs dikim; navê vî bajarî her li ser zimanan e; lê ew jî li hember min bêdeng e! Wekî jineke ku ez wê jinikê li gorî hewesên xwe xeyal dikim! Tê der dixim ku bajar jî bi tasewas e; ger li min der be û xwe vebêje bi îhtimalek mezin ez ê di bin vegotinan de bifetisim.