Hin mirov hene bi halê xwe xweş in; ketibûm halekî wisa min Zîwer ji bîr dikir.
Gotina wî a "dîlbera min esmera tarî ye" dihat hişê min wexta wisa digot beşera wî xweş dibû. Bedena xwe tev dikir û xwe hil dikir. Di rojeke wisa bi kêf de kaset avêtibû ser teybê lê guhdarî dikir teybê kasetê li nav hev xist teybê girt kasetê deranî cîyê li hev pêçayî dernediket ji neçarîyê bi meqesê ew cî bidî bi banda tenik band kir avêt ser kasetê li çongê xwe da got «gotina di kilamê de nemaye ew cîyê min birî...» kasetê pêşve bir guhdarî lê kir paş ve bir guhdarî lê kir xemgîn bû gotina"Çibkim ji xwe jivî dilî.»
Nemabû!