Ax! Xwezî bi wan rojan!
Wekî aniha li bîra min têt wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.
Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.
Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.
Şev kanûnkuj bû.
Bapîrê me digot wextekê ji wextan hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare
lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê gundî tev
di bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.