Erê neynika min jiyan li min bûbû jehr. Pirs û pirsgirêkên mala me qet kêm nedibûn hema heçku hinekan nifir li me kiribe mala me wisa bûbû lîsê hemû kulan.
Hingê piştî ku Dilşayê Bînahî bire hundir min dîsa bi çavên tijî rondik hawara xwe gihand ajandaya Ehmed erê neynika min ca binêre wî jehr û ketina bi jehrê çend xweşkûk vegotiye:
"Dil ji bo 'te' evîn pîr kirin
Min pîva min şêla
Min êş li bêndera dil kirin
Dil gêra dil hêra
Dil bo 'te' evîn pîr kirin