Vî teyrê perbelek û neqşîn xwe bi wan da nasîn û got:
-Ez teyrê gebil im. Pirbêj im. Gava yekî nenas qesta vî warê me bike ez serê pêşîn wan radiwestînim û miraz û meqseda wan dipirsim. Paşê ez hayê bazî û heyloyan pê dixim.
Simore xwe negirt û got:
-Min gelek navê te bihîstiye li daristana me ya henga bajarê mirovan ji toxmê we teyr tune ne. Nizanim çima? Gava ez hinek caran dereng dihatim malê dayika min digote min: Te xêr e qey tu jî bûye gebla bê hêlîn. Êra ev çi mesele ye?
Gepila ne li benda vê pirsê serê pêşîn hinekî şewişî per û baskên xwe kudkudandin gijegij bi derdorê xist bû qud quda wê. Qasekî mîna dûvteşîkan li ser serê wan çerixî. Paşê dewxa xwe danî got:
-Hey ho birakê Simore hey ho! Ma tu neqş û xemla van şanperên min nabînî! Şanperên xwe vekirin gijgijandin. Paşê got:
-Ma te qet li tu derê delaliyeke weha dîtiye?