Li derve hewayekî hûnik hebû. Tava heyvê li ser bêdengiya şevê leylan dida...dibiriqî... Paşê ew ji ber pencerê rabû... Di nava hizr û ramanên têkel de ber bi derî meşiya. Hingê di bin hişê xwe re dakete birka bîranînan...
Çend nav û gotin ketin bîrê.
Roza...
Sozda...
Serbest...
Zindan....
Mirin...
Zewac...
Birîndarî û Lawazî...