Di Edebiyata Kurdî ya klasîk de dîwan cihekî girîng digire. Dîwan cureyekî berhemên edebiyata klasîk e ku helbestvanê wê; ramanên xwe hestên xwe hal û rewşa xwe û halê dewra xwe bi wê tîne ziman. Helbet ku helbestvan wextê dîwanekê "çêdike" wê dîwanê bi qalib wezn rê û rêbazekê çêdike. Ji ẋeynî wê ew bi bikaranîna gotin û peyvan di heman demê de hunermendiya xwe ya edebî jî nîşan dide.
Dîwana Seyid ʻEliyê Findikî jî yek ji wan dîwanan e. Ev dîwan her çiqas ne muretteb be jî dîsa teşeyên nezmê yên ku herî girîg wek; qesîde mesnewî û ẋezelê di xwe de dihewîne. Dîwana Findikî ji aliyê naverokê ve jî pir girîng e. Wek hin dîwanên din ji aliyê mijar û temayê ve mehdûd nîne. Mijar û temayên dîwanê ji jîyan a rojane ne. Em di helbestan wî de muxateb him mirovên xas in wek mela û seydayan; him mirovên 'am in wek gundiyan. Zimanê dîwanê jî zelal û fehmbar û herikbar e loma ew di nava gel de pir bi rewac bûye û heta ku hinek beytên wê yên berceste jî hatine jiberkirin.
Me di vê xebatê de vê dîwana navdar -ku 8 caran çap bûye- yekem car bi metodeke zanistî û yekem car ji aliyê hunerên edebî ve bi hurgilî nirxand.