Gava Azadî çavên xwe vekirin dît ku Hêlîn li ser kanepeya hember rûniştiye çavên wê li televizyonê komanda di destî de lê hiş û hewnê wê Xwedê tenê dizane li kî derê ye; -"Çi xewneke ecêb bû!" got xwe bi xwe û paşê bi pişta destê xwe dîsa çavên xwe perixandin. Paşê dîsa cihê seriyê xwe di balgîfê de rast kir her wekî reha stûyê wî piçekî şirr bûbe ji ber wê cihê serê xwe baş xweş kir û xwe dîsa qel da. Hişê wî ew bire xewnê "Oh çi xewneke balkêş..." fikirî û xewn anî bîra xwe:
Azad dibîne ku ew ji kendalekî bilind bi jêr de tê. Paşê dibîne ku digihêje devê newaleke kûr. Li dertengê gelî dibîne ku di nav şikêr û hisarên bilind re ye û ji bilî şiveriya ber bi nediyariyê ve diçe her du alî latên hilo û bilind in. Paşê ew şiverê digihêje serê koreriyekê û lê asê dibe. Hingê dibîne ku ber bi aliyê dîtir ve şeqeke mezin wekî navranekê li nîveka tahtê çiyê li ber xuya dibe.