Mela Zahid bi 26 berheman beşdarî edebîyatê bûye. Ji wan; 4 (çar) bi 'Erebî 2 (du) bi Tirkî 20 jî bi Kurdî nivîsandine. Ji 26 berheman; yek jê pexşan e yên din hemû nezm in. Mela Zahid hemû berhemên xwe di kompîtira xwe da diparêze. Heta niha bi çapek fermî tu berhemên wî nehatine çapkirin. Tenê Dersa Geda wek fotokopî hatîye çapkirin û di sala 1999an da hatîye belavkirin. Mela Zahid hemû berhemên xwe wek du nusxeyan ji kompîtirê daxistine ser kaxizê ku ebada kaxizê A4 e. Hejmara rûpelên her nusxeyekê 752 ye. Li ser bergê nusxeyan navê berhemê hem bi 'Erebî hem bi Tirkî û hem bi Kurdî nivîye û bi Kurdî jî wiha ye: "Dengê Ehlê Sunnet û Cema'et".