Mihemed Emîn Feyzî yek ji wan ronakbîr nivîskar û kesayetîyên kurdan e ku piştî sazkirina Komara Tirkiyê Stembolê terk nake heta mirina xwe jî li wir dimîne. Em di pirtûka Seîd Veroj da dibînin ku gelek qeza û belayên mezin tên serê Mihemed Emîn Feyzî. Hemû jîyana wî bi êş û keder derbas dibe. Tiştên ku hatine serê wî wisa zêde ne ku ew êdî nikare wan rêz bike vebêje û di dawîyê da wan dispêre Xwedayê mezin: "Tenê Xwedê zane tiştê ku hundurê min şewitand û heland". Mihemed Emîn Feyzî pirtûka di derbarê jîyana xwe da ango "Eserî Heyatî Feyzî" bi van gotinan diqedîne: "Velhasil jîyana min ya 60 salî hertim bi keder û bi azar derbas bû". Ew derd û kulên ku Mihemed Emîn Feyzî rastî wan hatîye jîyan li wî heram û reş kirîye. Berhema wî ya bi navê "Eserî Heyatî Feyzî" wek romaneke piçûk ya otobîyografîk dikare bê hesibîn. Xwezila her nivîskarekî kurd serpêhatî jîyan û bîranînên xwe bi vî awayî binivîsîya û qeyd bikira. Drama vî nivîskarê kurd tam mijara romanekê ye. Romana wî hê nehatîye nivîsîn kîngê hat nivîsîn belkî tenê em wê demê dikarin jana hundurîn ya "Mihemed Emîn Feyzî Begê Silêmanî" baştir nas bikin.